"Ji bo Stenbol û Enqereyê wezîfedarkirina qeyûman ne mûmkin e"

Wezîr Soylu: "Ji bo Stenbol û Enqereyê tiştekî wiha (wezîfedarkirina qeyûman) ne mûmkin e."

"Ji bo Stenbol û Enqereyê wezîfedarkirina qeyûman ne mûmkin e"

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu beşdarî bernameya zindî ya Hakan Çelîk a di televizyona CNN Turkê da bû û pirsên der barê rojevê da bersivandin.

Li ser pirsa li Sûriyeyê li rojhilatê Feratê di çarçoveya herêma biewle da dewriyeya bejayî ya hevpar ya ewil a ku ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Hêzên Çekdar ên Amerîkayê tên kirin wiha got: "Divê em bibêjin karê me ne hêsan e. Erdnigarî ji bo me avantaj e, lê di heman demê da di mijara koç û terorê da jî dezavantaj e. Em di dilê vê erdnigariyê da ne, lê di heman demê da li cihekî koça bêpergal çêdibe da ne jî."

Soylu got dewriyeya hevpar bi hewldana Tirkiyeyê dest pê kir û wiha pê da çû: "Ji aliyekî va Operasyona Mertalê Feratê, ji aliyê din operasyona Çiqlê Zeytûnê va heke li wir herêmeke biewle çêdibe, ev bi serkêşiya Tirkiyeyê va çêdibe."

Wezîr Soylu behsa rêxistinên terorê yên DEAŞ, FETO, PYD/PKKyê kir û anî ziman ji bo ewlehiya sînor û aramiya navxweyî Tirkiye hewleke mezin dide, têkoşîna li dijî van rêxistinan, rêlibergirtina çalakî û teqînan dewam dike.

Soylu Midûrê Şaxa Harekata Taybet a Mêrdînê Tufan Kansuvayê ku duh di operasyokê da şehîd ket jî bi bîr anî û got têkoşîna dijî terorê çi dibe bila wê dewam bike, patronê DEAŞ û PYDyê heman kes in û bi telîmata van rêxistinan hewl tê dayîn ku li Tirkiyeyê aramî ji holê rabe.

Wezîr Soylu der barê wezîfedarkirina qeyûman da jî axivî, ji bo îdiaya wezîfedarkirina qeyûman a li Stenbol û Enqereyê wiha got: "Ji bo Stenbol û Enqereyê tiştekî wiha (wezîfedarkirina qeyûman) ne mûmkin e."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE