Weqfa Karwanê Hêviyê, li Diyarbekirê ji bo sêwî û hewcedaran kermes li dar xist. di kermesê de xwarin û vexwarin, cilûberg û bi dehan cûre tişt hebûn. qezenca vê kermesê dê ji sêwî û hewcedran re were terxankirin.
Li Diyarbekirê Weqfa Karwanê Ûmûdê ji bo sêwî û hewcedaran kermeseke mezin li dar xist.
Di kermesê de ji cilûbergan bigirin heta xwarin û vexwarinan, pêlav û xalîçe jî hene.
Ji her beşa civakê welatî û esnaf ji vê kermesê îstîfade dikin.
Weqf dê qezenca vê kermesê ji sêwî û hewcedaran re terxan bike.
Hedefa kermesê ew e ku haya feqîr û dewlemendan ji hev hebe û alîkariya hev bikin.
Ev kermes dê heta 18ê Gulanê li Park Ormanê dewam bike.