Ji bo taxa Elaçmazê 250 kon

Li Wanê li taxa di erdhejê da zêde zirar dîtibû dest bi danîna konan kirin

Ji bo taxa Elaçmazê 250 kon

 Li Elaçmaza taxa Gurpinara navçeya Wanê ya di erdheja bi lerza 5,4an da herî zêde zirar dît dest bi danîna 250 konan kirin.

Li herêma lê erdhej çêbû dest pê kirin kêmasiyên erdhejzedeyan temam dikin. Hîva Sor a Tirkiyeyê li welatiyên li 15 taxên zirar dîtibûn dijî û nikarin têkevin malên xwe şorbe belav kir.

Ekîbên Midûriyeta Bajêr a AFADê li Elaçmaza taxa Gurpinarê dest pê kirin ji bo erdhejzedeyan konan vedigirin. 

Welatiyan jî piştgirî dan xebatên Şaredariya Gurpinarê, ÎHH û cendirmeyan.

Fatîh Sayarê Qaymeqamê Gurpinarê û Hayrullah Tanişê Şaredarê Navçeyê hatin taxê û xebat kordîne kirin.

Sayarê Qaymeqam li vê derê axivî û diyar kir ku ji bo erdhejzedeyan seferber bûn.

Sayar diyar kir ku hewcedariyên welatiyan tên dîtin û wiha pê da çû: "Ekîbên me yên Hîva Sor li welatiyan şorbeyê belav dikin. Ji sibê pê va jî di rojê da sê danan xwarinê were dayîn. AFADê dest bi danîna konên şandibû kir. Em ê ji bo welatiyên nikarin têkevin malên xwe konan daynin. Em ê pêşiyê konên nexweş û astengdaran vekin. Di vê mijarê da bira tu kes nekeve fikarê. Dewleta me wekî demên din dîsa li cem welatiyên me ye."

Osman Uçarê Midûrê Bajêr ê AFADê jî diyar kir ku bi ekîbên Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajrvaniyê ra xebatên tesbîtkirina zirarê didomînin.

Uçar got ji bo welatî mexdûr nebin bêyî navber xebatan didomînin û wiha pê da çû: 

"Ekîbên me hewl didin ku herin hemû taxan. Em ji aliyekî va zirarê tesbît dikin ji aliyekî va jî kêmasiyên welatiyan çareser dikin. Şikur ji Xwedê ra afateke mezin nebû. Zirar herî zêde li Taxa Elaçmazê çêbû me 250 kon şandin vê derê. Dest bi vegirtina konan kirin. Li taxên me yên din jî hewcedarî çêbe em ê konan bişînin wan deran jî." AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE