Ji bo taxekê 57 kes bûn namzedê mixtariyê

Li Taxa Kardelenê gelek kesan namzediya xwe danî

Ji bo taxekê 57 kes bûn namzedê mixtariyê

Li Taxa Kardelena Batmanê wê hilbijartina herêmî ya 31ê adarê gelek zor derbas be. Li taxa ku wê cara ewil bikeve hilbijartina muxtariyê, bi temamî 57 kes ji bo bibin muxtar namzediya xwe daîn.

Li Taxa Kardelena Batmanê wê hilbijartina muxtariyê gelek sosret be.

Wê cara ewil li taxê ji bo muxtariyê hilbijartin bê kirin.

Ji bo vê jî 57 muxtar namzediya xwe danî.

3 hezar niştecihên taxê wê herin ser sindoqan.

Namzed jî ji bo hilbijêran îkna bikin çi ji destê wan tê dikin.

Afîş ji xwe ji zû de hatine daleqandin, bes maye ka wê sozên wan çi bin.

Di navbera namzedan de jin jî hene û hemû namzed tenê dixwazin êvara 31ê Adarê de bibin muxtarê yekem ê taxê.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2019, 09:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE