"Ji bo temirandina 3 şewatên daristanê yên li Mugla û Aydinê xebat didomin"

Wezîr Pakdemirlî li wê derê tevlî karkerên daristanê civîna çapemeniyê li dar xist û bi bîr xist ku 13 roje ew li hemberî şewatên daristanan hewl didin.

"Ji bo temirandina 3 şewatên daristanê yên li Mugla û Aydinê xebat didomin"

Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemirlî beşdarî civîna kordînasyonê ya ku di Avahiya Ekîba Şewatê ya Beldîbî ya Şehît Gorkem Hasdemir da ku girêdayî Midûriyeta Saziya Daristanê ya Marmarîsê ye hat lidarxistin bû.

Wezîr Pakdemirlî li wê derê tevlî karkerên daristanê civîna çapemeniyê li dar xist û bi bîr xist ku 13 roje ew li hemberî şewatên daristanan hewl didin.

Di axaftina xwe da Pakdemirlî destnîşan kir ku ji hewa û bejayê da ji bo temirandina agirên bi daristanan ketibû ekîp mudaxaleyan dikin û wiha domand: "Li 53 bajaran 270 şewatî ra em eleqedar bûn. Ji wan 2667ên wan me hilda bin kontrolê. Li du bajarê me li Koycexîz û Mîlasa Muglayê û Bozdogan a Aydinê şewatên li daristanan dewam dikin. Ji bo temirandina hersê şewatan jî xebat dewam dikin. Li Koycexîzê agir awayê di gelî da asê bûbe dewam dike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE