Ji bo teqawidan îkramiyeya cejnê

Teqawidên SSK’ê wê îkramiyeya xwe di 8ê Tebaxê de bistînin

Ji bo teqawidan îkramiyeya cejnê

Teqawid û karker wê îkramiyeyên xwe beriya eyda heciyan bistînin. Teqawid dê îkramiyeya xwe ya cejnê di 8 û 9ê tebaxê de, karkerên kamuyê jî wê nîv meaş îkramiyeya xwe di 9ê tebaxê de bigirin.

Roja îkramiyeya teqawidan diyar bû.

Teqawidên SSK’ê wê di 8ê Tebaxê de, teqawidên Bağ-Kur û Sindoqa Teqawidan jî wê di 9ê Tebaxê de îkramiyeyên xwe bistînin.

Îkramiyeya teqawidan ku heya hezar lîreyî ye jinebî û sêwî jî digrin.

Derbarê dayîna îkramiyeyan de Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zümrüt Selçukê got em ê bi teqawidan re bin, em ê 10 milyar û 800 milyon lîre îkramiye bidin zêdetirî 12 milyon teqawid û kesên heq dikin.

Ji bo karmendan jî dema tediyeyên pêvek diyar bû.

Li gorî biryarnameya Serokkomar; karkerên kamuyê wê îkramiyeya xwe ku nîvê mehaniyekê ye di 9ê Tebaxê de bigrin.

Karkerên kamuyê wê nîvê din ê îkramiyeyê jî di 13ê Kanûnê de bigrin.

Dîroka nûkirinê: 02 Tebax 2019, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE