"Ji bo texliyekirina sivîl û birîndarên li Marîupolê em dikarin keştiyê peyda bikin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: "Ji bo texliyekirina sivîl û birîndarên li Marîupolê em dikarin keştiyê peyda bikin"

"Ji bo texliyekirina sivîl û birîndarên li Marîupolê em dikarin keştiyê peyda bikin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar, "Ji bo sivîl û birîndarên li Marîupolê ji ser behrê ra bên texliyekirin em dikarin keştiyê peyda bikin. Di vî warî da bi meqamên Rûsya û Ukraynayê ra kordînasyona me didome."

Akar der barê geşedanên li Ukraynayê da pirsên rojnamevanan bersivand.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar diyar kir bi Wezîrê Parastina Ukraynayê Oleksiî Reznîkov û Wezîrê Parastina Rûsyayê Sergey Şoygu ra bi têlefonê diaxive û got ku di pêşengiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan da Tirkiye ji serê ser da xebatên diplomasiyê dimeşîne.

Akar der barê texliyekirinên ji Marîupolê da wiha got, "Ji bo sivîl û birîndarên li Marîupolê ji ser behrê ra bên texliyekirin em dikarin keştiyê peyda bikin. Di vî warî da bi meqamên Rûsya û Ukraynayê ra kordînasyona me didome."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE