Ji bo teza lîsansa bilind çanda dengbêjiyê bijart

Xwendekara Japon li ser çanda ‘Dengbêjiyê’ teza lisansa bilind hazir dike

Ji bo teza lîsansa bilind çanda dengbêjiyê bijart

Xwendekara Japon natsûkî nakajîma ji zaningeha Tokyoyê ji bo li ser çanda dengbêjiyê teza lîsansa bilind hazir bike hat Tirkiyê. Nakajîma niha li Hakkari û Vanê bi dengbêjan re diaxive û teza xwe hazir dike.

Çanda dengbêjiyê ji kal û pîran tê...

Di nav Kurdan de hêj jî gelek bi qedr û qiymet e.

Çanda Dengbêjiyê bala welatên rohilata dûr jî kişand.

Natsuki Nakajima, di Zanîngeha Tokyoyê de xwendekara beşa muzîkê ye.

Nakajîma biryar da ku li ser çanda Dengbêjiyê teza lîsansa bilind hazir bike.

Ji bo vê yekê bi dayik û tercumana xwe hat Colemergê.

Li wir bi dengbêjan re yek bi yek axivî û li ser çandê agahî wergirt.

“Ez cara ewil par hatim Turkiyeyê. Min li ser hin cureyên muzîkê lêkolîn kir. Bi taybetî jî dengbêjiyê gelek tesîr l imin kir. Ji bo vê yekê ez hatim Hakkariyê. Gelek kesî alîkariya min kir, ji her kesî re spas dikim.”

Malbata Japon li bajêr 3 roj man. Piştî lêkolîn û xebatan ji bajêr çûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE