Li Nîjeryaya welatê Afrîkaya Rojavaji bo xelaskirina 4 welatiyên Tirk ên hatin revandin, operasyon dan destpêkirin.
Berdevkê Polêsê Eyaleta Kwarayê Ajayi Okasanmi daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Ji bo xelaskirina welatiyên Tirk li qada daristanê operasyon dan destpêkirin."
Okasanmi diyar kir, ji ber ku li deverên çiyayî têlefon nakşîne, ew ê nikaribin agahiyên berfireh bidin, lê piştî ku operasyon were temamkirin ew ê agahiyê bidin.
Li Kwaraya eyaleta bajêr êvara înê 4 welatiyên Tirk ji aliyê kesên ku nasnameya wan ne diyar e va hatibûn revandin.
AA