Ji bo êtîman alîkariya qirtasiyê

Weqfa Êtîman ji hezar zarokên êtîm re alîkariya qirtasîyê kir.

Ji bo êtîman alîkariya qirtasiyê

Beriya vekirina dibistanan malbat bi destê zarokên xwe digirin û berê xwe didin qirtasîyeyan. Lê bi hezaran zarokên bêkes li benda alîkariyê ne. Weqfa Êtîman li Diyarbekirê ji hezar xwendekarên êtîm re alîkariya qirtasîyê kir. Bi saya vê piştevaniyê rûyê zarokan keniya.

Heyama perwerde û hîndekariyê ya 2019 û 2020an wê di 9ê îlonê de dest pê bike.

Bi milyonan xwendekar, mamoste û malbat bi kelecaneke mezin haziriya dibistanan dikin.

Divê çarçoveyê da Weqfa Êtîman jî li Amedê projeyeke girîng da dest pê kirin.

Alavên qirtasîyê yen ku ji aliyê dildarên weqfê hatin amadekirin li zarokan hatin belavkirin.

Di nav hefteyekê de li her çar aliyê bajêr li hezar xwendekarên êtîm materyalên dibistanê hatin belavkirin.

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 14:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE