Stenbolê şaredarî dê kontrola trafîka navbajêr bike. Daxuyanî ji Wezîrê Karên Hundir Süleyman Soylu hat. Soylu wiha got: di etaba ewil de wê zabita û polîs bi hev re kontrolê bikin lê piştre em ê bi temamî dewrî zabiteyan bikin.
Êdî şaredarî wê trafîka stenbolê bi rê ve bibe.
Di destpêkê de zabite û polis dê bi hev re bixebitin.
Lê piştre kontrola trafikê dê bi temamî bikeve destê zabiteyan.
Wezirê karên hundir Süleyman Soylu behsa projeya nû kir.
Wezîr Soylu:Hedefa me ew e ku di gava ewil de zabite û polis bi hevkariyê konrola trafika navbajêr bikin. Pişt re jî em ê vî karî bi temamî dewrî zabiteyan bikin. Heke ev pêk were dê guhertineke mezin çêbe.
Ji bo ewlehiya trafikê dê hejmara tîman bê zêdekirin.
Ji bo saziya ewlekariyê dê 6 hezar û 600 personel bên girtin. Ji wan hezar û 500 polis dê di trafikê de bên wezifedarkirin.