Ji bo Turkiyeyê sersaxî û peyama piştevaniyê

Rayedarekî ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê geşedanên dawîn ên li Îdlibê û şehîdkirina eskerên Tirk da bi nivîskî bersiv da.

Ji bo Turkiyeyê sersaxî û peyama piştevaniyê

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da bo şehîdên li Îdlibê ji hikûmeta Tirk ra sersaxî hat dayîn û wiha hat gotin: "Li hemberî çalakiyên wiha em li cem Turkiyeya hevalbendê me yê NATOyê ne."

Rayedarekî ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya der barê geşedanên dawîn ên li Îdlibê û şehîdkirina eskerên Tirk da bi nivîskî bersiv da.

Di bersivê da wiha hat gotin: "Em ji ber mirina eskeran sersaxî didin hikûmeta Turkiyeyê." 

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku eskerên Tirk ji bo koordînasyon û kêmkirina rageşiyê li herêma Îdlibê cih digirin û daxuyanî wiha dewam kir: "Li hemberî çalakiyên wiha em li cem Turkiyeya hevalbendê me yê NATOyê ne. Serok Donald Trump di axaftina ji ser têlefonê ya ku roja şemiyê bi Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ra kiribû da fikarên xwe yên der barê Îdlibê da gotibû. Ji bilî vê jî Trump di vê axaftinê da bangewaziya xwe ya ku bila Rûsya piştevaniya dide zilm û zordariya rejima Esed bi dawî bike parve kir û xwest ku ji bo çareserkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bila demildest çareseriyeke siyasî bê dîtin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE