"Ji bo turîzma tenduristiyê bibe marqe xebat tên kirin"

Wezîrê Tenduristiyê Koca der barê turîzma tenduristiyê da diyar kir dixwazin li Tirkiyeyê bibe marqe: "Me dest pê kir û em dixwazin turîzma tenduristiyê li Tirkiyeyê derxin pêş. Di nav mehek û du mehan da wê lansmaneke mezin bê kirin."

"Ji bo turîzma tenduristiyê bibe marqe xebat tên kirin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Me dest pê kir û em dixwazin turîzma tenduristiyê li Tirkiyeyê derxin pêş. Di nav mehek û du mehan da wê lansmaneke mezin bê kirin."

Koca li Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA) der barê rojevê da axivî.

Wezîrê Tenduristiyê Koca der barê turîzma tenduristiyê da diyar kir dixwazin li Tirkiyeyê bibe marqe: "Me dest pê kir û em dixwazin turîzma tenduristiyê li Tirkiyeyê derxin pêş. Di nav mehek û du mehan da wê lansmaneke mezin bê kirin."

Koca destnîşan kir Tirkiye di warê ambulansên esmanî da pêşketî ye û got ku li gorî dinyayê dewleta me dewleteke wisa ye ku bêpere vê xizmetê dide welatiyên xwe.

Wezîrê Tenduristiyê Koca destnîşan kir di warê neqilkirina ezayan da zehf pêş ketine û got ku sala par neqilkirina qelb û gurçikan gihîşt 5 hezar û 600î.

Fahrettîn Koca diyar kir di mijara aşiyê da dixwazin di nav 5 salan da pêwîstiya Tirkiyeyê bi derva nemîne.

Wezîrê Tenduristiyê Koca diyar kir sektora taybet çawa be Zanîngeha Medîpolê ya Enqereyê jî di nav planê da û got ku bi tu awayî nikare bi tena serê xwe hereket bike û wiha dewam kir: "Di nav 17 salên dawîn da zanîngehên weqfan bêpere ji tu tiştekî îstifade nekirine."

Dîroka nûkirinê: 08 Tebax 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE