Ji bo bajarên Van Bitlis, Hakkarî û Mûşê hişyariya şepeyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa wê kêm ewrayî be.
Li herêmê germahî wê di navbera 2 û 4 pilean da zêde be, ba jî wê ji bakur û rojava nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Germahiya herî zêde ya nava rojê li Mûş û Hakkariyê 5, li Vanê 4 û li Bitlisê jî pileyek tê texmînkirin.
Ji ber ku li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye û cemed û qeşa tê payîn, divê welatî baldar bin û tevdîra xwe hildin.
AA