Li Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê ji bo cemedê hişyarî hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî be.
Dibe ku li herêmê hin caran mij û puk bikeve, germahiya hewayê ew ê ji ya demsalê zêdetir be.
Bayê ji aliyê başûr ra rabe, li Behra Vanê dibe ku leza bayê di saetê da derkete 10-30 kîlomêtreyî.
Li bendê ne ku di nav rojê da germahiya hewayê li Muşê 1, li Bitlis û Hakkariyê 5, li Vanê 7 pile be.
Li Muşê hewaya sar
Li Muşê welatî ji ber sermayê tengasiyê dikişînin.
Çemê Muradê yê ji Milazgirê ra dikişe ji ber sermayê cemed girt.
Welatiyên li navçeyê bi betanî, branda û çadiran va ser wesayîtên xwe girtin ku ji sermayê mihefeze bikin.AA