Ji bo Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê hişyariya şepeyê

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa ewrsayî û sayî, cî bi cî wê ewrayî be.

Ji bo Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê hişyariya şepeyê

 Ji bo Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê hişyariya şepeyê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa ewrsayî û sayî, cî bi cî wê ewrayî be.

Li herêmê cî bi cî mij û xumam û qeşa û qerm wê çêbibe, germa hewayê wê ji şertên demsalê zêdetir be.

Li ser Gola Vanê jî hewa wê ewrsayî û sayî be. 

Germa hewayê ya herî zêde li Van û Hakkariyê 6, li Bitlisê 3 û li Muşê di binê sifirê da 2 pile tê payîn.

Li van bajaran ji ber ku li cihên berwar talûkeya şepeyê heye, divê rayedar û welatî baldar û bi tevdîr bin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE