Ji bo parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê Van, Bitlis, Muşê hişyariya berfê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be û her wiha ji danê nîvro şûnda jî bi navber baran, şilope û berf dê bibare.
Tê texmînkirin, ber êvarê li dewrûbera Bitlis û Muşê û rojavayê başûrê Vanê şilope û berf dê bibare.
Li herêma ku germahiya hewayê dê di ser asta demsalê da be, ba dê ji başûr nerm û carinan jî niveqewî rabe.
Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Hekariyê 9, li Van û Muşê 7 û li Bitlisê jî 5 pile be.
Ji ber xetereya şepeyê ya li berpalên bilind ên ku lê berf zêde ye, cemed û qeşayê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin û tedbîrên xwe hildin.AA