Ji bo Van û Hakkariyê hişyariya ku wê baraneke zêde bibare, hat kirin.
Midûriyeta Herêma 14mîn a Meteorolojiyê daxuyanî da û ragihand ku li seranserê herêmê hewa wê ewrayî be û car caran jî wê taviya bibirqetav hebe.
Li başûrê Wanê û dor û berê Hakkariyê wê baran hebe û li deverên bilind jî şilope û berfê bibare.
Germahiya hewayê li herêmê wê heta 3 pileyan kêm bibe û ji alî bakur va wê bayekî hênik bê.
Li navenda bajaran germahiya herî zêde ya ku tê payîn li Vanê 14, Bitlisê 12, Hakkariyê 9 û Muşê jî 14 pile tê payîn.AA