Ji bo Van û Hakkariyê hişyariya berfê

Ji bo bajarên Van û Hakkariyê hişyariya berfê hat dayîn.

Ji bo Van û Hakkariyê hişyariya berfê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin li tevahiya herêmê hewa wê pir ewrayî be.

Li herêmê germahiya hewayê wê di navbera 2 an jî 4 pileyan da dakeve, ji bakur û rojava bayekî nerm û carna jî niveqewî were. 

Li Behra Vanê ji hêla rojava û bakurê rojava va di nav saetekê da bayekî bi 10-30 kîlometre lez wê were, mesafeya dîtinê jî wê vekirî be.

Tê texmînkirin ku germahiya nava rojê wê li Van û Muşê di binê sifirê da 4 pile, li Hakkariyê di binê sifirê da 3 pile û li Bitlisê jî di binê sifirê da 8 pile be.

Ji ber ku serê sibê û şev qeşa, mij û dûman wê çêbibe hişyarî hat dayîn ku bila welatî baldar û bi tevdîr bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE