Ji bo Van û Hakkariya bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berf û cemedê hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî, ber destê sibê dibe ku li rojhilatê Vanê û başûrê rojhilatê Hakkariyê şilope û berf bibare.
Bi şev û ber destê sibê cemedê çêbe, mijê bikeve û pukê rabe, ji bo vê ji welatiyan hat xwestin ku bira baldar bin û bê tevdîr nemînin.
Germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê bakur rabe, dibe ku hin caran guj bibe.
Li behra Vanê hewayê ewrsayî be, bayê ji aliyên rojhilat û bakurê rojhilatê ra rabe.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Bitlisê 4, li Van û Mûşê jî 5 pile be.AA