Di jiyana koçeran de her tim barkirin û çûnûhatin heye. Li Hakkariyê jî koçerên ku biharê derketibûn zozanê nebirnavê êdî ji bo vegerê amadehiyan dikin.
Dema ku bihar hat koçer derdikevin zozanên henîk û heta payîzê li zozanan dimînin.
Li zozanê Nebîrnavê yê Hakkariyê jî gelek malbat hene. Ew jî ji bo ku vegerin dest bi amadehiyan kirin.
Malbat bi hev re her roj ji bo malekê nan çêdikin. Hin jin hevîr distirên, hin jî hevîr li tenûre dixin.
Keçik li zarokan dinêrin, jin jî heywanan didoşin û bi şîrên heywanan qatix çêdikin.
Piştî mehekê dê hewa sar bibe û vegera koçeran dest pê bike.