Ji bo vîrusa koronayê tevdîr hatin standin

Rêwiyên ji Çînê tên bi kameraya termal tên kontrolkirin.

Ji bo vîrusa koronayê tevdîr hatin standin

Hemû dinya ji bo vîrusa koronayê ya li bajarê vûhanê yê çînê tewdîran digre. Li Turkiyeyê jî tewdîr hatin standin û li balafirgehan rêwiyên ji çînê tên bi kamerayên termal tên kontrolkirin.

Piştî li Çînê vîrusa koronayê derket Turkiye jî ji bo tewdîran rabû ser piyan. Li balafirgehan tewdîrên mezin hatin girtin. Hemû rêwiyên ji Çînê tên bi kamerayên termal tên kontrolkirin. Balafira ewil serê sibê di saet 6an de gihişt Îstanbulê û rêwî yek bi yek hatin kontrol kirin.

Serhekîmê Balafirgeha Îstanbulê Aykut Kavak: “Îro serê sibê hezar û 35 rêwî hatin. Sibê jî wê 6 balafirên din werin. Heta niha tiştekî xetere tine.”

Li balafirgehê ji bo rêwiyên ji Çînê tên noqteyên pêşwaziyê hatin avakirin. Rêwî yek bi yek bi kamerayên termal tên kontrolkirin.

Serhekîmê Balafirgeha Îstanbulê Aykut Kavak: “Heke laşê rêwiyekî ji 38 pileyan germtir be, wê demê di kameraya termal de reng diguhere. Dema wisa be, em wî rêwiyî ji yên din cuda dikin û muayene dikin. Heke tiştekî xetere hebe, em wî digrin karantînayê.”

Piştî teqîba nexweşan xeber tê dayîn xeta lezgîn 112’yê.

Serhekîmê Balafirgeha İstanbulê Aykut Kavak: “Ji bo rojên wiha, ambûlansên taybet ên rewşa lezgîn 112’yê hene. Heke nexweşekî ku vîrusa koronoyê gihaştiyê bê tespîtkirin dê bê sewqkirin nexweşxaneyê. Li hin nexweşxaneyan beşên taybet hatin hazirkirin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE