Ji bo welatiyên hewcedar alîkariyên di meha remezanê de

Welatiyên hewcedar nayên jibîrkirin

Ji bo welatiyên hewcedar alîkariyên di meha remezanê de

Di vê meha remezanê de welatiyên hewcedar nayên jibîrkirin. Sazî, dezgeh û kesên xêrxwaz her tim alîkariya welatiyan dikin. Yan ji bo wan xwarina fitarê amade dikin an jî melzemeyên alîkariyê didin wan...

Li Genca navçeya Bîngolê komek jin bûn yek û ji bo welatiyên hewcedar xwarina fitarê amade dikin.

12 jin bi piştgiriya xêrxwazan xwarina fitarê dibin ji bo welatiyan.

Li Mûşê Komeleya Sadakataşiyê ji bo 100 malbatên hewcedar xurek belav kir.

Pakêtên melzemeyan yek bi yek li malbatan hatin belavkirin.

Li Sêrtê Şaredarî û Heyva Sor, bi destê ekîbên piştgiriya civakî her roj li 20 taxan xurek belav dikin.

Kesên hewcedar, yên 65 salî mezintir hatine tespîtkirin û xwarina fitarê tê dayîn wan.

Ekîb her roj ji bo 600 kesî xwarinê belav dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE