Zehra Zumrut Selçuka Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakiyê diyar kir ku ji bo dîtina hewcedariyên acil ên erdhejzeyan ji îro pê va 10 milyon lire budçe ji Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Îzmirê (SDYV) ra şandin û bi vî awayî alîkariya hetanî niha hat dayîn derkete 20 milyon lireyî.
Selçukê di daxuyaniya xwe da bi bîr xist ku piştî erdheja li Îzmirê çêbû ji SDYVyên li herêmê ra 10 milyon çavkanî şandin.
Selçukê wiha got: "Ji bo dîtina hewcedariyên acil ên welatiyên me yên erdhejzede me 10 milyon lire budçeya din jî ji Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Îzmirê ra şand. Bi vî awayî alîkariya hetanî niha me ji herêma erdhejê ra şand derkete 20 milyon lireyî."
AA