Li Silopiya Şirnexê, kamyon û tir ji bo ku rêya xwe kurt bikin, ji nav Taxa Cumhurıyetê re dıçûn û dihatin. Ev yek jî ji bo şêniyê taxê talûke bû. Qeymeqamiya Silopıyê jî ji bo ku wesaîd nekevin taxê, bariyer danîn û pêşî li wê xetereyê girt.
Li Silopiyê kamyon û TIR ji bo ku riya xwe kurt bikin ji nav Taxa Cumhuriyetê re diçûn û dihatin.
Gelê taxê jî ji ber vê aciz bûbûn û ji reyedaran xwestin ku pirsgirêka wan bê çareserkirin.
Qemeqamiya Silopiyê jî li hemberî aciziya welatiyan bêdeng nema. Li ser riyên taxê bariyerên beton danîn.
Êdî kamyon û TIR nikarin bikevin taxê û zarok li taxê bi rehetî dilîzin.