Ji bo xebatkarên kamuyê verastkirina xebata Eyda Remezanê

 Di nivîsê da hat bibîrxistin di 14ê nîsanê da bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da bi mijara di çarçoveya Kovîd-19ê da Tevdîrên Ji Bo Xebatkarên Kamuyê giştînameyek hat weşandin.

Ji bo xebatkarên kamuyê verastkirina xebata Eyda Remezanê

Xebatkarên saziyê kamuyê beriya Eyda Remezanê dê ji bo 10 û 11ê gulanê tam, di 12ê gulanê da jî nîv roj bi îzna îdarî bên hesibandin. 

Bi îmzeya Serokê Karên Îdarî yê Serokomariyê Metîn Kiratli ji hemû sazî û dezgehên kamuyê ra nivîsa der barê mijarê da hat şandin. 

Di nivîsê da hat bibîrxistin di 14ê nîsanê da bi îmzeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî da bi mijara di çarçoveya Kovîd-19ê da Tevdîrên Ji Bo Xebatkarên Kamuyê giştînameyek hat weşandin. Di giştînameyê da hat verastkirin ji bo ku li Tirkiyeyê belavbûna şewba Kovîd-19ê daxin asta herî jêr bêyî ku li awayê xebitandina wê binêrinxebatkarên sazî û dezgehên kamuyê dikarin ji dûr va bixebitin, bi dorê bixebitin. 

Di nivîsê da wiha hat gotin: 

"Ji hêla Serokomarê me va guncav hat dîtin ku ji 30yê nîsana 2021î pê va ji bilî tenduristî, ewlehî û peywirên acîl û krîtîk hemûxizmet bi personelê asgarî bê kirin, dîsa ji bo kirina xizmetan bi şertê û personelên asgarî hebin hemû xebatkar dê 10 gulanê roja duşemê û 11ê gulanê roja sêşemê tam roj, 12 gulanê roja çarşemê nîv roj bi îzna îdarî bên hesibandin. "AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE