Li Şanliurfayê xezalên ji ber ku hindik maye koka wan biqele û di bin parastinê da ne ji hêla wezîfedaran va di heyama wan a zayînê da heft roj û 24 saet bi dûrbîn, dron û kamerayên termal va tên şopandin.
Qada Pêşvabirina Jiyana Kovî ya Kizilkuyuyê ya li ser erdekî 20 hezar û 504 hektarî ye û girêdayî Midûriya Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî ya Wezareta Çandinî û Daristanan e ji gelek heyvanên kovî ra mazûvaniyê dike.
Xezalên cureya wan "gazella marica" yên ji ber ku cihên lê dijîn hatine xirabkirin hindik maye koka wan biqele li Îstgeha Hîlberînê ya Xezalan a Sala 75emîn di bin parastinê da ne û li wir dizên û hejmara wan zêde dibe.
Niha li îstgehê 174 xezal hene û her ku diçe hejmara wan zêde dibe.
Ji bo ku xezal zirarê nebînin, nêçîra wan neyê kirin û ew neyên dizîn di heyama wan a zayînê da ji hêla wezîfedaran va heft roj û 24 saet bi dûrbîn, dron û kamerayên termal va tên şopandin.
Midûrê Şaxa Şanliurfayê ya Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî Onur Înan ji nûçegihanê AAyê ra got wek hemû heywanan xezal jî di siruştê da gelekî girîng in û ekîb ji bo parastina wan dixebitin.
Înan got di vê heyama wan ya avisbûnê û zayînê da 30 xebatkarên midûriyetê bi alîkariya gundî, mixtar û hêzên ewlehiyê xezalan diparêzin.
Înan wiha axivî: "Îsal bi 2 kamerayên termal û dorneke xwedî kameraya termal e me melzemeyn xwe xurttir kir. Me hemû tevdîrên xwe dîtin. Ekîbên me 7/24 mesaiyê va dixebitin. Xeteke me ya bangê jî heye heke rewşek çêbibe gelê herêmê li me digere û em ekîbên xwe dişînin û midaxaleyê dikin."AA