Ji bo xizmeta gel fêrî Kurdî bûn

Ekîba ku ji 7 polîsan pêk tê di gelek waran de xizmetê didin gel...

Ji bo xizmeta gel fêrî Kurdî bûn

Ewlekariya Colemergê, xizmeteke gelek balkêş dimeşîne. Ekîba şaxa piştgiriya gel ku ji 7 polîsan pêk tê, ji bo xizmeteke baş bidin xelkê û pirsgirêkên wan çareser bikin, fêrî kurdî bûn. Polîsên ku pişt re hînî kurdî bûn di gelek waran de ji bo xelkê û ciwanên bajêr projeyên balkêş dimeşînin.

Ji bo xizmeteke baş bikin xelkê, pişt re fêrî kurdî bûn.

Ewlekariya Colemergê, li bajêr xizmeteke gelek girîng û balkêş dimeşîne.

Ekîba Şaxa Piştgiriya Gel ku ji 7 polîsan pêk tê, li bajêr ji bo xizmet û piştgiriya xelkê bi kurdî guh didin pirsgirêk û daxwazên welatiyan.

Bi taybetî jî xebat û xizmetên wan ên ji bo ciwanan jî gelek balê dikişîne.

Lewra ev 3 sal in ji bo xwendekar û ciwanên ku dikevin azmûna zanîngehan, him kursan organîze dikin, him jî çalakiyên cûrbicûr amade dikin.

Xwendekarên ku ji wan kursan îstifade dikin, ji bo eleqeya wan spasî polîsên ekîbê dikin.

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2018, 17:26
Şîrove Bike
ŞÎROVE
colemergi
colemergi - 9 ay Berî

dest xweş

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE