"Ji bo xurtkirina birêvebirinê ya pergala edaletê em ê di heyama pêş me da li ser bixebitin"

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Beştepeyê beşdarî Civîna Pişkavêtina Hakim û Dozgerên Komarê ya Daraza Adlî ya Heyama 24emîn bû û li wir axivî.

"Ji bo xurtkirina birêvebirinê ya pergala edaletê em ê di heyama pêş me da li ser bixebitin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daxuyand di civakeke ku mafên bingehîn û azadî neyê parastin, edalet pêk neyê, pêbaweriya edaletê zirar dîtiye da îradeyeke siyasî mehkûme ku di gavên ji bo aborî û pêşketinê davêje da tengasiyê bikşîne.

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Beştepeyê beşdarî Civîna Pişkavêtina Hakim û Dozgerên Komarê ya Daraza Adlî ya Heyama 24emîn bû û li wir axivî.

Serokomar Erdogan 1008 hakim û dozgerên daraza adlî û 7 hakimên dararê ya adlî pîroz kir û got di nav wan da jin bi serkeftinên xwe va derdikevin pêş.

Erdogan hakim û dozgerên jin ên bûne yekemîn û perwerdeya xwe qedandine pîroz kir û wiha axivî: "Bawerî, pozîsyon, netewe, nasname wî çi dibe bira bibe, bi tu awayî razî nebin ku heqê welatiyekî me jî were xwarin."

"Ji bo xurtkirina birêvebirinê ya pergala edaletê em ê di heyama pêş me da li ser bixebitin"

Serokomar Erdogan anî ziman ku ew ji 2002yan vir va ji bo ku edalet hakim bibe, mafên mirovan û demokrasî pêşva here dixebitin û wiha dewam kir: "Ji bo xurtkirina birêvebirinê ya pergala edaletê, pêbaweriya darazê û biryarên wê bigîhîjin asteke bilind em ê di heyama pêş me da li ser bixebitin. Di demeke nêz da emê li her bajarê komîsyonên sulhê bixin rewacê. Bi vî awayî barê darazê wê kêm bibe û em ê rêyeke din a çareseriyê li ser pergala hiqûqa me zêde bikin. Ji 2002yan vir va ji bo ku li welatê me edalet hakim bibe, mafên mirovan û demokrasî pêşva here me îdareya xwe ya reformê zindî hîşt. Raza serkeftina edalet û pêşketina Tirkiyeyê ew e ku dewlet li cem milet dimeşe û di vê rêyê da her tim xwe nû dike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE