Ji bo xwedîkirina pez piştgiriya nû

Erdoğan: Serê her mî û bizina tov dê 100 lîre bê dayîn

Ji bo xwedîkirina pez piştgiriya nû

Piştgiriya nû ya ji bo xwedîkirina pez kêfa heywandaran anî. Hat diyarkirin ku heywandar serî her û bizina tov dê 100 lîre pere bistînin. Ev jî ji bo pêşxistina heywandariyê pir girîng e. Bi vê piştgiriyê tê plankirin ku li tirkiyê hejmara pez 2 qat zêde bibe.

Serok Erdogan: “em ê ji sala pêş me û pê ve ji bo her mih û bizina tov a ku wê tevlî keriyê bibe 100 lîre piştgiriyê bidin.”

Serok Recep Tayyip Erdoğan mizgînî li Wanê dabû.

Xwediyên pez ji bo her mî û bizina tov a ku tevlî keriyê bûne dê sed lîre pere bistînin.

piştgiriya ku wê bê dayîn kêfa heywandaran anî.

Aniha li welêt 46 milyon pez tê xwedîkirin. Bi saya vê piştgiriyê tê xwestin ev hejmar 2 qat zêde bibe.

Serok Recep Tayyip Erdoğan : “em plan dikin bi vê projeyê hejmara pez derxin 84 milyonî. bi gotineke din em dixwazin li welêt ji bo serê kesekî bizinek an jî mihek bê xwedîkirin.”

Tê payîn bi vê projeyê goşt jî erzantir bibe.

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 16:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE