Ji bo xwendekaran alîkarî

Kovar derxistin, firotin û pereyê wê dan malbatên hewcedar

Ji bo xwendekaran alîkarî

Li Qûbîna Batmanê, xwendekarên lîseya anadoluyê dest bi projeyeke alîkariyê kirin. Xwendekaran pêşî bi navê “siya pênûsê” kovarek derxistin. Pişt re jî kovar firotin û bi pereyê kovarê pakêtên alîkariyê amade kirin û bi destê xwe li 40 malbatî belav kirin.

Xendekarên Lîseya Anadoluyê ya li Qûbîna Batmanê, ji bo ku alîkariyê bidin malbatên hewcedar projeyek dan destpêkirin.

Xwendekaran di çarçoveya projeyê de pêşî bi navê “Siya Penûsê” kovareke edebiyatê derxistin.

Xwendekaran bi tevahî 500 heb kovar firotin û nêzî 5 hezar lîreyî pere qezenc kirin.

Xwendekaran bi vê pereyî ji bo malbatên mexdûr pakêtên xurek amade kirin.

Xwendekaran bi destê xwe pakêt li 40 malbatî belav kirin.

saya vê projeyê xwendekar him piştgirî dan edebiyatê, him jî bal kişandin alîkariya ji bo hewcedaran.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE