Ji bo xwendekaran kursa gîtarê

Bi saya perwerdeya gîtarê xwendekarên lîseyê dema xwe xweş derbas dikin 

Ji bo xwendekaran kursa gîtarê

Li Midyada Mêrdînê ji bo ku zarok dema xwe xweş derbas bikin perwerdeya lêxistina gîtarê tê dayîn. ev perwerde bê pere ye. bi vî awayî zarok xwe di warê muzîkê de jî bi pêş dixin. 

Midyad bi mozaîka xwe ya însanan navdar e. gelek ol, çand û reng bi hev re dijîn. Ji aliyê huneran ve jî navçeyeke cuda ye. 

Xwendekarên Midyadî bi saya mamosteyê xwe yê muzîkê Mehmet Gok hînî gîtarê dibin. Xwendekarên lîseya Fenê wextê xwe yê mayî bi vî awayî têr û tijî derbas dikin. 

Bi saya keda mamoste Mehmet gelek gîtarîstên pêşerojê yên serkeftî digihêjin. 

Zarok bi vî awayî dibin xwedî hobî û hunerekê. Êdî telefon û tablet bala wan nakişînin. 

Xwendekar kêfxweşiya xwe wiha tînin ser zimên. 

Xwendekareke delal dibêje Midyad wê di beşên huneran de zêdetir pêş bikeve. 

Koroya muzîkê wê di meha adarê de konserekê jî bide. Niha ew amadehiya konserê dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE