Li Elbabê weqfa diyanetê ligel 'saziya mepsê' ji bo xwendekaran kursa robotan li dar xist. Xwendekarên ku kurs temam kirin, xelat û sertîfîkayên xwe wergirtin.
Ev 4 meh in ku Weqfa Diyanetê ligel 'Saziya Mepsê' li El Baba Sûriyeyê kursa çêkirina robotan dide.
Ev kurs bi temamî li 6 bajaran dihat dayîn.
Piştî ku xwendekaran kurs temam kirin, sertfîkayên xwe wergirtin.
Xwendekar gelek kêfxweş bûn û dixwazin ku kursên bi vî şiklî her tim werin lidarxistin.
15 keçik û 30 jî xort bi temamî 45 xwendekar li vê kursê hînî çêkirina robotan bûn.