Ji bo xwezayeke paqij tûrikên potik

Şaredariya Mardinê hezar tûrikên paçîn belav kirin

Ji bo xwezayeke paqij tûrikên potik

Piştî sersalê li dikan û marketan poşêt bi perayan in. Bi vê yekê re dê poşetên naylon kêm werin xerckirin, xweza jî dê qirêj nebe. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hezar tûrikên potik li welatiyan belav kirin da ku hewceyî poşetan nebin.

Li Tirkiyê serê şexsekî salê 400 kîsikên naylon tên şixulandin. Ev jî zirareke mezin dide aborî û xwezayê.

Bi sala nû re êdî li dikan û marketan poşet bi perayan in.

Bi xêra vê tevdîrê dê rê li ber emilandina poşetan were girtin. Ew ê sirûşt bi naylonan neyê lewitandin û ji bo aboriya welêt dê teserûf bê kirin.

Di vê çarçoveyê de Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hezar tûrikên potik li welatiyan belav kirin.

Belediya Mêrdînê dê kîsên paçîn dîsa belav bike.

Dîroka nûkirinê: 14 Çile 2019, 16:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE