Ji bo Yemenê fêkiyan difiroşin

Bi piştgiriya İHH’ê ji bo Yemenê pereyan kom dikin

Ji bo Yemenê fêkiyan difiroşin

Li Yemenê qeyraneke mirovî heye û Yemenî li benda alîkariyeke lezgîn in. Xwendekarên Sêrtî jî bi piştgiriya IHH’ê ji bo Yemenê li dibistanê fêkî firotin û perê ku berhev kirin jî wê bişînin Yemenê.

Navê dezgeha wan “Mêwefiroşa Dirustiyê” ye.

Qaseyên sêv, mûz, henar û hirmiyan li benda mişteriyên xwe ne…

Lê ev der ne manaw e ne jî bazar e, li Sêrtê Dibistana Navîn a Molla Xelil e.

Xwendekarên mektebê bi piştgiriya İHH’yê fêkiyan difroşin da ku pereyan berhev bikin û bişînin Yemenê.

Bi vî awayî zarokên li dibistanê birayên xwe yên Yemenê ji bîr nakin û ji wan re dibin piştgir.

Dîroka nûkirinê: 02 Kanûn 2018, 11:55
Şîrove Bike
ŞÎROVE
Hacı Koçak
Hacı Koçak - 2 hafta Berî

Em dixwazin şerê li Yemenê êdî bi dawî bibe. Bila şer biqede!

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE