Ji bo zaroka nexweş ketibû çûn gundê rêya wê hatibû girtin

 Li Pervariya navçeya Siirtê li gundê ku ji ber berfê rêya wê hatibû girtin zarokek nexweş ket, piştî xebata ekîban zarok rakirin nexweşxaneyê.

Welatiyan xeber dan Navenda Kontol û Fermana Acil a 112ê ku li Doxankoya herêma navçeyê ya lê berf dibare Berîvan Buluta 2 salî nexweş ket, li ser vê ekîb derketin rê. Ekîbên tenduristiyê hetanî gundê Geçîttepeyê çûn ji ber ku rê hatibû girtin negihîştin Dogankoyê.

Ekîban xebera ekîbên paqijkirina rê yên Îdareya Taybet a Bajêr pê xistin li ser vê ekîbên xebatên xwe didomandin bi makîneyên kar derbasî herêmê bûn, xwe gihandin gund, zarok û malbata wê hildan anîn li gundê Geçîttepeyê teslîmî ekîbên tenduristiyê kirin.

Hat ragihandin ku rewşa Berîvana rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pervariyê rind e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE