Ji bo zarokan alîkariya kincên zivistanê

Li Hekariyê komeke xwebexş alîkariyên ku di çarçoveya projeya berpirsiyariya civakî ya bi navê "montek, botek" da berhev kirin, gihandin zarokên li gundan.

Ji bo zarokan alîkariya kincên zivistanê

Li Hekarikomeke xwebexş alîkariyên ku di çarçoveya projeya berpirsiyariya civakî ya bi navê "montek, botek" da berhev kirin, gihandin zarokên li gundan.

Xwebexş Emin Noyan ku daxuyanî da rojnamegeran, diyar kir ku wan berî niha jî bi navê "çîçikek jî ji te" projeyek li dar xist û di wê çarçoveyê da ew çûn 15 gundan û wan çîçik birin diyariyî hezar û 200 zarokî kirin.

Noyan herwiha got ku bi hatina zivistanê wan xwest ji bo zarokên gund û goman, kampanyayeke nû bidin destpêkirin û wiha got, "Em bot, mont, stûmal, kum û alavên qirtasiyeyê dibin û didin zarokan."

Noyan bal kişand, ji bo ku ji xwendekaran ra bibin alîkar, ew xebatên bi vî rengî dikin û wiha dewam kir, "Li navçeya Yuksekovayê li gundê Armutduzu û goma wê Yuvaliyê me 200 mont û 200 bot li zarokan belav kirin. Em ê bi alîkariyên ku ji îro şûnda werin jî xwe bigihînin zêdetir gund û zarokan. Me zarok germ kirin, gava em bûn şahidê kêfxweşiya wan, em jî şad û bextewer bûn."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE