Ji bo zarokan kampanyaya pêlîstokan

Xêrxwaz gund bi gund digerin û pêlîstokan didin zarokan

Ji bo zarokan kampanyaya pêlîstokan

Li Qersê hin kesan bi kampanyayeke li ser medyaya civakî diyarî kom kirin. beriya cejnê ew pêlîstok û eydanî birin li zarokên gundan belav kirin.

Li Qersê kampanyaya bi navê “Pêlîstokekê jî tu bide” deng vedide.

Bi kampanyaya li ser medyaya civakî gelek diyarî hatin komkirin.

Niha ew xêrxwazên kampanyayê gund bi gund digerin û wan diyariyan beriya cejnê didin zarokan.

Li gundê Hesencana Dîgorê li zarokan pêlîstok û pêlav hatin belavkirin.

Zarokên gund bi kêf û kelecaneke mezin diyariyên xwe girtin.

Bi saya vê kampanyayê di 9 mehan de çalakgerên kampanyayê çûne zêdetirî 100 gundî.

Dîroka nûkirinê: 10 Tebax 2019, 14:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE