Ji bo zarokan kursa kaşûnê

Perwerdeya 100 zarokî a 15 rojan bi dawî bû

Ji bo zarokan kursa kaşûnê

Li Bitlisê midûriyeta ciwanî û sporê ya bajêr ji bo 100 zarokî perwedeya kaşûnê da. kursa kaşûnê 15 rojan dewam kir û belgeya kaşûnê dan zarokên serkeftî.

Li Bitlisê Midûriyeta Sporê li navenda kaşûnê 100 zarok kirin mêvan.

Di betlaneya nîvê salê de kursa kaşûnê dan zarokan.

Zarok 15 rojan tev li kursê bûn.

Him hînî kaşûnê bûn him jî têra dilê xwe kêf kirin.

"Me perwerdeya ji bo 15 rojan temam kir. Zarok di 3 astan de hînî kaşûnê bûn. Kursa me bi awayekî serkeftî temam bû. Ji bo kesên pişt dane vê kursê spas dikim."

Rayedarên midûriyetê ji bo zarokên serkeftî belgeya kaşûnê dan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE