Ji bo zarokan perwerdeya trafîkê

Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Perwerdeyê û TRT’ê protokolek îmze kir

Ji bo zarokan perwerdeya trafîkê

Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Perwerdeyê û TRT’ê ji bo zarok di warê trafîkê de bên perwerdekirin protokolek îmze kirin. Midûrê Giştî yê TRT’ê İbrahim Eren got: “em ê bi kartonfîlm û rêzefîlman piştgiriyê bidin perwerdeya trafîkê.” Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk jî got. hişmendiya trafîkê ne meseleya zanînê ye, meseleya adabê ye.”

Ew, dedektîfên trafîkê ne...

Wê bi hişmendiya trafîkê perwerde bibin û rê û rêbazan hêr bibin.

Dersa ewil ya trafîkê bi Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçuk, Wezîrê Karên Navxweyî Süleyman Soylu û Midûrê Giştî yê TRT’ê İbrahim Eren re kirin.

Wezîrê Perwerdeyê ZİYA SELÇUK: “Ez bawer dikim, ji bo li Tirkiyê qezayên trafîkê kêm bibin hûnê zaf bi kêr werin. Ji vir û şûn de em li benda gavên we ne.”

Perwerdekarê trafîkê ders got û wan jî lê guhdarî kir.

Beriya wê dersê jî bi merasîmê protokolek hat îmzekirin.

Protokola bicîhkirina hişmendiya trafîkê ya ji bo zarokan ji aliyê Wezîrê Karên Navxweyî, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî û Midûrê Giştî yê Trtê hat îmzekirin.

Wezîrê Karên Navxweyî SÜLEYMAN SOYLU: “Ji bo qezayên trafîkê kêm bibin, perwerdeya zarokan gelek girîng e. Em ê kontrola malbatan ji zarokan bidin destpêkirin.”

Wezîrê Perwerdeyê ZİYA SELÇUK: “Hedefa me kontrola bixwe ye. Ev ne meseleya zanînê ye ev meseleya adabê ye.”

Armanca protokolê, di warê trafîkê de perwerdekirina xwendekaran e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE