Walîtiya Ankarayê qedexe kir ku zarok nekevin cihên bazarê û marketan, li ser înternetê bi rêya sepanan kesên ku rêwiyan dibin û tînin jî hatin qedexekirin.
Li ser hesabê Twitterê yê walîtiyê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li tevahiya Ankarayê ji bo zarokan têketina cihên bazarê û her cure marketan li gor biryara Lijneya Hifzasiheya Giştî ya Bajêr ku dîroka wê 27ê adara 2020 ye, hat qedexekirin.
Li gor biryarên Lijneya Hifzasiheya Giştî texsî û wesayîtên din wê nikaribin werin texsîskirin û biçin bajarekî din. Her wiha li ser înternetê bi rêya sepanan kesên ku rêwiyan dibin û tînin jî hatin qedexekirin."
AA