ji bo zarokên xwe dev ji şofêriyê berda û bû cotkar

Ajokarê 21 salan li gundê xwe Bayramlıya Eruhê dest bi çandiniya di serayan de kir 

ji bo zarokên xwe dev ji şofêriyê berda û bû cotkar

Li Sêrtê, welatiyê bi navê beşi̇r dayan 21 salan ajokarê kamyonên mezin bû. lê ji ber ku carekê kurê wî yê biçûk ew nas nekir, dev ji karê xwe berda û li gundê xwe dest bi cotkariya di serayan de kir. niha rojê tenê 2 ton xiyaran diçine û difiroşe 

21 salan ajokariya kamyonên mezin kir. 

Lê ji bo kurê xwe yê 6 salî dev ji karê xwe berda û bû cotkar. 

Beşir Dayanê 42 salî li navenda Sêrtê dijiya. 

Bi salan şofêriya kamyonê kir. 

Rojekê dema ku hat malê, kurê wî yê biçûk bavê xwe nas nekir. 

Ji ber vê jî dev ji ajokariya berda û li gundê xwe Tirxamê yê Dihê ji xwe re du sera ava kirin. 

Niha bavê 4 zarokan û xanima xwe di xaniyê xwe yê li ber serayê de dijî. 

Malbat bi keda destê xwe rojê tenê 2 ton xiyaran hildiberîne û difiroşe. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE