Li Mîdyada Mêrdînê hosteyê sobeyan Abdulkadir Arbağ ji bo zivistanê dest bi çêkirina sobeyan kir. hoste dixwaze heta zivistanê 500 sobeyan çêke.
Ji bapîrê xwe hîn bû û careke din berneda.
Bi salan e bi vî karî debara xwe dike.
Li Mîdyada Mêrdînê niha bi tenê Abdulkadir Arbağ seobeyan çêdike.
Lê van rojan karî wî zêde ye. Lewra payîz hat û zivistan li ber derî ye.
Ji bo zivistanê ji niha ve sobeyan çêdike.
Hoste Arbağ dixwaze heta zivistanê 500 sobeyan çêke.
Sobe li gor mezinahiya wan di navbera 150-500 lîreyî de tên firotin.