Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan: "Ji bona destkeftiyên demkî em ê dev ji hedefa xwe ya enflasyonê bernedin."
Elvan li Salona Mezin ya Odeya Pîşesazî û Ticaretê ya Bursayê axivî.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan diyar kir ji bona destkeftiyên demkî wê dev ji hedefa xwe ya enflasyonê bernedin û wiha axivî, "Helwesta me ya biryardar û polîtîkayên tên sepandin wê hêviyên der barê bilindbûna enflasyonê da bişikîne."
Lutfî Elvan diyar kir têkoşîna dijî enflasyonê di navenda hemû polîtîkayên wan da cî digire û got ku ji bona me ya muhim ew e ku pêşketin berfireh û domdar be.
AA