Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber hezaz û lehiya li Duzceyê çêbû ji Wezîrê Daristan û Çandiniyê Bekir Pakdemirlî û Waliyê Duzceyê Zulkîf Dagli agahî hilda.
Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê da hat diyarkirin Erdogan ji ber hezaz û lehiya li Duzceyê çêbû bi têlefonê bi Wezîrê Daristan û Çandiniyê Pakdemirlî û Waliyê Duzceyê Dagli ra axivî û der barê xebatên lêgerîn û xilaskirinê da agahî hilda.
Hat destnîşankirin Serokomar Erdogan ji bo xelkê herêmê peyama 'derbasî be' şand û diyar kir ku hemû derfet wê ji bona herêmê bên seferberkirin.AA