"Ji bona ewlehiya me ya neteweyî çi hewce bike em ê bikin"

Erdogan destnîşan kir li Tirkiyeyê êdî întibaya ku dê li Sûriyeyê nîzam pêk bê çêbû.

"Ji bona ewlehiya me ya neteweyî çi hewce bike em ê bikin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Heger helwesta hevpar ya Îran û Rûsyayê dewam bike, helbet em ê jî vê bidomînin û tawîzan nedin. Ji bona ewlehiya me ya neteweyî çi hewce bike em ê wê bikin."

Erdogan di weşana zindî ya ATV-A Haberê da pirsên der barê rojevê da bersivand.

Serokomar Erdogan der barê Lûtkeya Soçiyê da diyar kir gelekî baş derbas bû û gelekî kêrhatî bû û wiha got: "Em ê di tûra duyemîn da dîsa ji Soçiyê dest pê bikin ya pêncemîn jî înşeallah li Tirkiyeyê bikin."

Erdogan destnîşan kir li Tirkiyeyê êdî întibaya ku dê li Sûriyeyê nîzam pêk bê çêbû.

Serokomar Erdogan ji bona daxuyaniya Trump ya ku dê bide da wiha got: "Dê teqez vê bibêje, 'Me dijî DEAŞê serkeftin bi dest xist'. Ango dibe ku îlana serkeftinekê be."

Erdogan der heqê vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê da diyar kir birêvebiriya Trump dîmeneke ku di nav xwe da ji lihevkirinê dûr nîşan dide.

Serokomar Erdogan der barê îadeya serokê FETOyê da destnîşan kir mixabin ku Amerîka hê jî samimî tevnagere û wiha got: "Em niha şopînerê pêvajoya îadeyê ne. Me hin ji wan anîn, dê yên din jî bên anîn." 

Erdogan ji bona cinayeta Kaşikçi diyar kir CIA hê jî hemû giraniya xwe nîşan nedaye û got ku Amerîka divê giraniya xwe nîşan bide û wiha dewam kir: "Me hemû belgeyên di destê xwe da nedane. Em biryardar in ku vê mijarê bibin mehkemeya navneteweyî."

Serokomar Erdogan ji bona daxuyaniya 24ê Nîsanê ya Macron da wiha peyivî: "Min gote Macron ku 'tu di siyasetê de hê nû yî, dîroka xwe hîn bibe."

Erdogan der barê daxuyaniya 24ê Nîsanê ya Macron da destnîşan kir di dîroka wan da komkujî tuneye.

Serokomar Erdogan rexne li Neteweyên Yekbûyî (YE) girti û wiha got: "Em misilman in, ji ber ku em misilman in em negirtin. Derkevin vê eşkere bikin, vê jî eşkere nakin."

Erdogan li ser pirsa der barê maweya eskeriyê da destnîşan kir gihîştine astekê lê hê biryara dawî nedane.

Serokomar Erdogan der barê avahiya li Kartalê hilweşiya da wiha peyivî: "Kemal Beg di bûyereke wiha ya ku 21 kes şehîd ketin de tu li ku yî?"

Erdogan der barê mijara IMFyê da diyar kir CHP dîsa vê tîne rojevê û got ku IMF hema salek du sal beriya niha ji me deyn xwest.

Serokomar Erdogan der barê lidarxistina mitîngeke hevpar da destnîşan kir wê bi Birêz Bahçelî ra mitîngên hevpar jî bikin.

Erdogan der barê îtifaqa partiyên din da diyar kir dibe ku 4 partî hatibin bal hev, ji 20 hêkên xirabûyî hêkeke saxlem dernakeve û wiha got: "Ez vê têxim bîra vê çeteya 4în a ku mesafeyê naxe navbera xwe û terorê. Zû yan dereng hûnê bihelin, xilas bibin."AA

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE