"Ji bona hilberîna hevbeş ya Aşiya Kovîd-19ê divê dewlet hê zêdetir hevkariyê bikin"

Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heîko Maas piştî hevdîtinên bi hev ra û di navbera heyetan da di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

"Ji bona hilberîna hevbeş ya Aşiya Kovîd-19ê divê dewlet hê zêdetir hevkariyê bikin"

 Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, yeni tip koronavirüs (Kovid-19) salgınına rağmen Almanya ve Türkiye arasında ticaret hacminin hızlı şekilde arttığını söyledi.

Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heîko Maas piştî hevdîtinên bi hev ra û di navbera heyetan da di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir digel şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bi Almanyayê ra ticareta me ya dualî her diçe zêde dibe û got ku li gorî texmîna me îsal wê derkeve ser 40 milyar dolarî.

Çavuşoglu der barê rewşa li Lîbyayê da diyar kir divê li Lîbyayê şervanên terorîst yên biyanî û mewcûdiyeta meşrû neyên tevlihevkirin û wiha axivî, "Li Lîbyayê gelek şervanên biyanî hene, eskerên peretî hene. Em di heman fikrê da ne ku ev vekişin. Lê di feydeya Lîbyayê da nîne ku alîkariya eskerî ya perwerde û şêwirmendiyê ku li gor peymana du dewletên desthiltdar tê dayîn li Lîbyayê bi dawî bibe. Helwesta terefên sêyemîn ya dijî peymanên bi vî rengî yên di navbera herdu dewletan da rast nîne."

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der heqê hilberandina aşiya Kovîd-19ê ya hevbeş da wiha peyivî, "Helbet divê siyanetê nîşanî mafê telîfê yê şirketan bidin. Lê ji bona hilberîna hevbeş jî divê dewlet hê zêdetir hevkariyê bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE