"Ji bona welatê me li hember afatan amade be em ê bi şev û bi roj bixebitin"

Erdogan li navenda giştî ya partiya xwe di Civîna Serokên Bajaran ya Berfirehkirî ya AK Partiyê da axivî.

"Ji bona welatê me li hember afatan amade be em ê bi şev û bi roj bixebitin"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em ê bi şev û bi roj xebatên xwe bidomînin ku welatê xwe di serî da erdhej li hember afatan amade bikin û biparêzin."

Erdogan li navenda giştî ya partiya xwe di Civîna Serokên Bajaran ya Berfirehkirî ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan der barê xebatên piştî erdheja li Îzmirê hatin kirin û rexneyên Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê da wiha got: "Heger di rakirina kavilan da biketana nav pêşbaziyekê wê di roja 5an da ew zarok çawa ji binê kavilan bihata derxistin?"

Erdogan diyar kir bi pêngava avahiyan ku bi TOKÎyê dest pê kir bi hewldanên sektora taybet jî guherîneke girîng çêbû û got ku hê 6,7 milyon avahiyên ku divê bên nûkirin hene û wiha axivî: "Em ê bi şev û bi roj xebatên xwe bidomînin ku welatê xwe di serî da erdhej li hember afatan amade bikin û biparêzin."

Serokomar Erdogan der barê şewatên li daristanan da wiha axivî: "Terorîst vala nasekinin. Dîtin ku bi kuştina însanan bi ser nakevin dest bi şewitandina dar û beran kirine."

Erdogan destnîşan kir nikarin li hember stokkariyê ku hilberîner û serfkaran mexdûr dikin çavên xwe bigirin.

Serokomar Erdogan got ku di heyama şewbê da hemû dewletan di berhemên xwarin û xurekê da polîtîkaya gumrukê ya baldar meşandin û helbet Tirkiye jî nikare berevajiyê vê tevbigere.

Erdogan diyar kir sala par hilberandina tovên ku sertîfîkaya wan heye li gor heyama beriya wan 8 qat zêde bûye.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di 11 mehên sala 2020î da bi 17,1 milyar lireyî alîkariya çandiniyê dane.

Erdogan diyar kir AK Partî çiqas mezin bibe Tirkiye jî wê hê zêdetir şîn bibe û hawirdora wê pak be û wiha got: "Armanca me ew e ku di warê vejena tê nûkirin da li dinyayê derkevin rêzên ewil. Tebîetheziya rastîn ev e Kemal Efendî. Van tiştan fêr bibe."

Serokomar Erdogan ji teşkîlata xwest ku di kongreyên bajêr yên AK Partiyê da ji sedî 30 koteya jin û ciwanan bê sepandin. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE