"Ji bona xebitandina Balafirgeha Kabulê pêşniyazên Talibanê hene"

Erdogan beriya here Bosna Hersekê li Mala Mêvanan ya Dewletê ya li Balafirgeha Ataturk bi çapemeniyê ra axivî.

"Ji bona xebitandina Balafirgeha Kabulê pêşniyazên Talibanê hene"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Ji bona xebitandina Balafirgeha Kabulê pêşniyazên Talibanê ji me ra hene. Di vê mijarê da hê biryar nehatiye dayîn."

Erdogan beriya here Bosna Hersekê li Mala Mêvanan ya Dewletê ya li Balafirgeha Ataturk bi çapemeniyê ra axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir Bosna Herseka ku pirçandî ye li erdnîgariya Balqanan dewleteke girîng e ku qîmeteke mezin didin îstiqrar, ewlehî û pêşketina wê û wiha axivî, "Em ê di ziyareta xwe da ji bona hevkariya xwe hê pêşva bibin gavên ku hewce dikin gotûbêj bikin. Ez gelek kêfxweş im ku ez ê li Qeredaxa dost û mutefîq serdana xwe ya ewil ya fermî bikim."

Erdogan der barê êrîşên li Kabulê da got ku em tevî gelê xwe neletê li felaket û êrîşa terorê ya duh li Kabulê hat kirin tînin û şermezar dikin.

Serokomar Erdogan diyar kir ji ber êrîşa terorê ya li Kabulê di pêvajoyeke wiha da vê tevgera DEAŞê nîşan dide ku li herêmê û dinyayê ev rêxistineke çawa xeternak e.

Erdogan destnîşan kir texliyekirina personelên Artêşa Tirkiyeyê yên li Efxanistanê didome û got ku em ê ji Efxanistanê texliyekirina personelê Artêşa Tirkiyeyê demildest û di demeke kurt da temam bikin.

Serokomar Erdogan li ser pirsa der barê peywendîdanîna bi Talibanê ra got em ji kesî destûrê hilnadin ku em ê bi kê ra, li ku derê û çi xeber bidin.

Erdogan ji bona tesbîta Almanyayê ya li ser Tirkiyeyê wiha got: "Tesbîta xebata bi Tirkiyeyê ra biryareke derengmayî ye. Her kesî Efxanistanê terikand, lê me terka Efxanistanê nekir."

Serokomar Erdogan destnîşan kir niha li gor qeydên Wezareta Karên Navxweyî û dervayî qeydan hejmara koçberên ji Efxanistanê hatine 300 hezar e û wiha peyivî, "Em di meseleya koçberiyê da hesas in. Ji sînorê Îranê heya sînorên Iraq û Sûriyeyê em hema hema li her derê dîwaran çêdikin."

Erdogan destnîşan kir ji bona xebitandina Balafirgeha Kabulê pêşniyazên Talibanê ji wan ra hene û got ku di vê mijarê da hê biryar nehatiye dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE