Ji çandiniyê heta xwarinê birincê Qerejdaxê bû belgefîlm

Çêkirin û derhêneriya belgefîlmê Sedat Kiran kiriye û kişandina belgefîlmê nêzî 6 mehan kişand û fîlm 50 deqîqe ye.

Ji çandiniyê heta xwarinê birincê Qerejdaxê bû belgefîlm

Li Sîwereka navçeya Şanliurfayê ji çandiniyê heta hatina wê ya ser sifreyê belgefîlma birincê Qerejdaxê yê tescîlkirî hat kişandin.

Çêkirin û derhêneriya belgefîlmê Sedat Kiran kiriye û kişandina belgefîlmê nêzî 6 mehan kişand û fîlm 50 deqîqe ye. Navê belgefîlmê "Mîrkut" lê kirine û ji bo ki temaşevan fîlmê temaşe bikin, amadehî tê kirin.

Çêker û derhêner Sedat Kiran ji nûçegihanê AAyê ra got ku kişandina fîlmê nêzî 6 mehan kişand, ji danîna çeltûka birincê Qerejdaxê û heta dirûna wê hemû qonaxên birinc hatin qeydkirin.

Kiran daxuyand, tengasiyên ku cotkar dikişînin, dirûna wê ya bi dasê hemû hatin kişandin. Kiran wiha dewam kir:

"Min xwest ku ev belgefîlma min di paşerojê da bibe arşîv û wekî fîlmeke sînemayê ya hunerî were ser ekranan. Danîna çeltûkan di nîsanê da dest pê dike û nêzî 6 meh şûnda tê dirûn. Me hemû qonaxên vê pêvajoyê kişand, paşê pevxistina fîlmê, amadekirina wê û amadekirina binenivîsan va me sal û nîvekê da fîlma xwe temam kir. Di fîlma me da xebata cotkaran cih digire. Ji bilî wan lîstikvan tê da tunene. Ji ber ku birinc bi gelemperî li ser zeviya kevir tê danîn, bi dsê tê dirûn. Dema dirûnê cotkar dicivin didirûn û pê va stranan dibêjin û wekî şahiyekê derbas dibe. Min jî xwest ku vê kevneşopa rengîn têxim belge. Lewra bi sanayîbûnê ra çandên me yên bi vî rengî rabûn."

Kiran daxuyand ku di demeke nêz da ew ê an li Sîwerekê an jî li Diyarbekirê galayekê çêkin û wiha dewam kir, "Me fîlma xwe ji bo danasîna Tirkiye û vê çanda rengîn di formata mihrîcanên dervayî welêt da amade kir. Di fîlmê da diylaog bi Kurdî û Tirkî ne. Binenivîs bi Îngilizî û Tirkî ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE